Li welatên balkanan ji ber germê şewata daristanan rû dide.
Li Albanya, Hirvatîstan û Sibîstanê ji ber germê şewata daristanan pêk hat.
Di 24 saetên dawî de li Albanyayê 21 şewatên daristanan derketine.
Wezareta Parastinê ragihand ku şewata daristanan li 9 cihan çalak in, di 24 saetan de zêdetirî 32 hektar şewitîne.
Rayedarên Albanyayê diyar kirin ku balafirên ji Îtalya û Yewnanîstanê jî di hewldanên vemirandina agir de beşdar bûne.
Enstîtuya Zanistên Jeolojîk a Albanyayê ragihand ku îro û sibê li welêt xetereya şewata “bilind” tê payîn.
Enstîtuyê destnîşan kir ku tê payîn ku germahî îro bigihîje 37 pileyê.
Li Hirvatîstan û Sirbistanê şewata daristanan rû dan
Li herêmekî Hirvatîstanê, agirê daristanê 160 hektar şewitand.
Medyaya neteweyî ragihand ku piştî ku 22 wesayîtên agirkujiyê û 60 kesan mudaxele kirin, agir hatiye kontrolkirin.
Her wiha li gelek deverên Serbistanê, ku pêla germê bandor li herêmê kiriye, agirên daristanan derketine.
Vê hefteyê, tê payîn ku germahî li Serbistanê di navbera 32 û 42 pileyê de be.



