Li paytext Dakka ya Bangladeşê balafireke perwerdehiyê ya hêzên hewayî ket.
Balafir li kampuseke dibistanê li Dakkayê ket û herî kêm 27 kes mirin.
Li gorî rojnameya Dakka Tribune, hejmara qurbaniyên ji ketina balafireke perwerdehiyê ya leşkerî ya F-7 a Hêzên Hewayî yên Bangladeşê li navçeya Uttara ya Dakkayê gihîştiye 27 kesan.
Rayedaran diyar kirin ku 25 ji qurbaniyan zarok bûn, di heman demê de 78 kesên birîndar jî tên dermankirin.
Ji ber ketina balafirê herî kêm 27 kes mirin
Daîreya Têkiliyên Giştî ya Artêşa Bangladeşê (ISPR) daxuyaniyek weşand û got ku balafir wekî beşek ji perwerdehiya birêkûpêk radibû, ku qeza ji ber “xerabiyeke teknîkî” çêbûye û piştî lêpirsînê wê hûrgulî werin eşkerekirin.
Li gorî ajansa nûçeyan a fermî ya Bangladeşê, Bangladesh Sangbad Sangstha (BSS), hikûmetê ji ber qezayê rojek şîn ragihand.



