Artêşa Îsraîlê êrişên xwe li Şerîda Xezayê didomîne.
Hat ragihandin di 24 saetên dawî de 59 kes mirin, 208 kes birîndar bûn.
Artêşê li malekî êrişa hewayî pêk anî û di encamê de 8 kes mirin.
Li gorî ajansa fermî ya Filîstinê WAFA’yê artêşa Îsraîl li taxa Til El-Hewa malekî bombebaran kir.
Di êrişê de yek jê zarok 7 kes mirin û hejmarek zêde jî birîndar bûn.
Li seranserî şevê jî artêşê hem navend û hem jî başûrê Xezayê bi topan û êrişên hewayî hedef girtin.
Wezareta Tenduristiyê ya Filîstinê li Xezayê ragihand ku ji 7’ê Cotmeha 2023’yan ve 80 jê zarok 101 kes ji birçîbûnê mirin.
Zêdetirî 100 saziyên alîkariyê hişyariya birçîbûna girseyî li Xezayê kirin
Li aliyê din zêdetirî 100 saziyên alîkariyê hişyariya birçîbûna girsiyê li Şerîda Xezayê kirin.
Saziyên alîkariyê ji bo balê bikşînin birçîbûn û ketina alîkariyên mirovî li heremê daxuyaniyên nivîskî ya hevpar dan.
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku li Xezayê 2,3 milyon kes jiyan dike û xelk li benda alîkariyê ne.
Li gorî Neteweyên Yekbûyî li heremê ji bo pêwîstî werin bicihanîn her roj divê 600 wesayîtên alîkariyê derbasî Xezayê bibin.
Her wiha hat gotin rojane tenê 28 wesayîtên alîkariyê derbasî Xezayê dibe lê ew di pêkanîna pêdiviyan de ne têrker e.
KATZ: Em li Xezayê nêzî bidestxistina armancên xwe yên şer in
Her wiha Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê Israel Katz îdia kir ku ew li Xezeyê, pir nêzîkî bidestxistina armancên xwe yên şer in.
Hat destnîşankirin ku Katz, ligel Serfermandarê Giştî yê Îsraîlê Eyal Zamir, çend rayedarên leşkerî yên payebilind, û rayedarên Mossad û Şîn Bet beşdarî nirxandina rewşê bûn.
Li Xezayê hejmara miriyan derket 59 hezar û 106 kesan
Piştî agirbesta li Şerîda Xezayê ku di 19’ê Çileyê de ket meriyetê, artêşa Îsraîlê di sibeha 18’ê Adarê de êrîşên xwe yên dijwar ji nû ve dest pê kirin.
Ji 7’ê Cotmeha 2023’yan vir ve di êrîşên Îsraîlê yên li ser Şerîda Xezayê de herî kêm 59 hezar û 106 kes hatine kuştin û 142 hezar û 511 kes jî birîndar bûne.
Ji şikandina agirbestê di 18’ê Adarê de, Îsraîlê di êrîşên xwe yên li ser Xezayê de 8 hezar û 268 kes kuştine û 30 hezar û 470 kes birîndar kirine.
Ji 27’ê Gulanê vir ve, ji ber êrîşên sîstematîk ên li ser deverên belavkirinê yên ku ji hêla Weqfa Alîkariya Mirovî ya Xezayê ya bi pêşengiya Îsraîlê û Amerîkayê ve di bin navê alîkariya mirovî de hatine avakirin, hejmara miriyan li Xezzeyê gihîştiye hezar û 26 kesan û hejmara birîndaran jî gihîştiye 6 hezar û 563 kesan.
Yekîtiya Ewropayê bertek nîşanî êrişên Îsraîlê li Xezayê da
Nûnera Bilind a Yekîtiya Ewropayê ya ji bo Karûbarên Derve û Siyaseta Ewlehiyê Kaja Kallas, rexne li hedefgirtina kesên ku li Xezayê alîkariya mirovî dixwazin kir.
Wezîrê Derve yê Îsraîlê Gideon Saar di parvekirinê xwe yê li ser hesabê X’ê de diyar kir ku wî di axaftina telefonê de bi Kaja Kallas re li ser Şerîda Xezzeyê nîqaş kiriye.
Gideon Saar bi tawana ku Îsraîlê kesên li Xezayê alîkariya mirovî dixwazin bi hêviya dîtina xwarinê hedef girtiye û kuştiye red kir, lê Hamas sûcdar kir.



