Yek ji rêveberê Komên Çekdar yên Şoreşger ên Libnanê Georges Abdullah piştî ku 41 sal di zîndanê de ma, Îro ji Fransayê vegeriya Libnanê.
Abdullah ke temenê wî 74 sale zêdeyî 40 sal bûn li Fransayê girtî bû. Li Beyrûdê gelek kesî ew pêşwazî kir.
Piştî ku hate berdan di axaftina destpêkê de derbarê rewşa Xezayê de rexne li welatên Ereban kir û got,
“Zarokên Filistînî ji birçiya dimirin, lê bi mîlyonan Ereb tenê lê temaşe dikin, divê berxwedan dewam bike.”
Abdullah bi armanca ku di sala 1982’an de 2 dîplomatên Amerîkî û Îsraîlî kuştiye di sala 1984’an de hate girtin û cezayê heta hetayê lê hatibû birîn.



