Kampanyaya ji ‘Werîşe Mûradî re azadî’ ragihand ku rewşa tenduristiyê ya Werîşe Mûradî ber bi xirabûnê ve diçe û hat ragihandin ku piştî ji Girtîgeha Evînê sewqê Girtîgha Qereçakê kirine, nayê dermankirin.
Aktivîsta mafên jinan Werîşe Mûradî di girtîgehê de ji mafên xwe yên bingehîn bêpar tê hiştin.
Di belavoka kampanyaya “Ji Werîşe Mûradî re azadî” ya 25’ê Tîrmehê roja Înê hat weşandin de hat diyarkirin ku ji dermankirinê bêpar maye.
Tevî ji Girtîgeha Evînê sewqê ya Qereçakê bûye jî rewş neguheriye û ev yek ji bo tendirustî û jiyana wê bi xetere.
Li gorî rapora ku hatiye weşandin li Girtîgeha Qereçakê ji ber bijîjkên pispor tunene, rewşa wê ya tendirustiyê nebaş e û wiha hat gotin:
“Werîşe Mûradî ya pirsgirêkên wê yên sinîrê yên kronik hene divê dermankirina wê domdar be lê her çendî bijîjkek ji derve hatibe plankirin jî hê dema hatinê nehatiye diyarkirin û nayê zanîn destûr dane yan na.
Werîşe Mûradî ji bo êşên xwe sivik bike, bi alîkariya girtiyeke din a ku di warê fîzyoterapiyê de zanîna wê heye, neçar maye şalê li destê xwe bipêçe lê ji ber tunebûna pisporiya tibî, rewşa wê girantir bûye.
Di raporê de her wiha hat diyarkirin ku rayedarên girtîgehê plan kirine meha Gulanê Werîşe Mûradî bi awayê kelebçekirî û zincîrkirî bibin bijîkj lê wê ev muameleya ji bo biçûkxistinê şermezar kiriye û çûyîna bijîjk red kiriye.
Kampanyaya ji ‘Werîşe Mûradî re azadî’ bang li raya giştî, saziyên civaka sivîl û rêxistinên mafên mirovan ên cihî kir ku bi taybetî ji bo rewşa tendirustiyê ya girtiyên ji Girtîgeha Evînê hatine sewqkirin baş bibe, bi lezgînî bikevin tevgerê.
Baroya Karûbarê Rojhilata Nêzîk: Divê Îran dawî li tundiyê bîne
Buroya Karûbarên Rojhilata Nêzîk jî bi daxuyaniyekê ragihand ku rejîma Îranê zextê li girtiya siyasî Nergîs Mihemedî û girtiyên siyasî dike û got:
“Divê Îran dawî li tundiyê bîne hemû girtiyan azad bike.”
Di daxuyaniyê de hatiye gotin ku divê rejîma Îranê dawî li tundiyê bîne ji bo bêdengkirina girtiyan, divê demildest hemû girtiyan azad bikin.
Çalakvana mafên mirov Nergîs Muhemedî ku xelata aştî ya nobelê wergirtiye, temenê wê 52 sale, di nava 20 salên borî de zêdetirî 10 salên xwe di girtîgehan de derbaskiriye.



