Çekdarên hikûmeta Veguhêz agirbesta li Siwêdayê binpêdikin..
Çekdaran vê sibehê li hemberî gundên Siwêdayê bi dronan êrîşên xwekujiyê pêk anîn.
Di 13’ê Tîrmehê de çekdarên hikûmeta veguhêz li hemberî civaka Durziyan a li bajarê Siwêdayê êrîş dane destpêkirin.
Êrîş heya 20’ê Tîrhemê berdewam kirin.
Bi gerentiya hêzên navnetewî de di navbera Durziyan û çekdarên hikûmeta veguhêz de agirbest hat ragihandin.
Lê tevî vê yekê jî çekdarên hikûmeta veguhêz, li hemberî herêmên bejayî yên Siwêdayê êrîşan pêk tînin, carnan jî topan diavêjin û agirbestê binpê dikin.
Vê siharê çekdaran, li hemberî gundên Siwêdayê bi dronên xwekujiyê yên bi navê ”Baz” êrîş pêk anîn.
Komên Durzî bi çekên biçûk bersiv dan van êrîşan û hin dron bêbandor kirin. Her wiha dronek jî kete destê Durziyan.



