Xelkê Siwêdayê li dijî dorpêçê û kiriyarên hikûmeta veguhêz ya Sûriyê xwepêşindan lidarxistin û banga parastina navneteweyî û vekirina korîdorên mirovî kirin.
Xwepêşindan li seranserî parzgeha Siwêdayê, gund û navçeyên wê hat lidarxistin.
Li gundên El Munîzra, El-Qeriya û Erma xwepêşindêran, dorpêçê weke siyaseta “birçîbûna sîstematîk” bi navkirin û bana parastina hesab xwestina ji sûcdaran hat kirin.
Li navçeya Selxedê, bajrokê Şehba û Kefe jî siyasteta hikûmeta veguhêz weke tesfiye û qirkirina Civaka Durzî hat pênasekirin û banga prastina navneteweyî hat kirin.
Di tevahiya xwepêşendanan de bi dirûşmeyan, daxwaza rawestandina sûcên revandin û kuştinê hat kirin.
Her wekî bê dengiya Navnetewî bi tundî hat şermezarkirin û wiha hate gotin:
“Divê aliyên mirovî û pêwndîdar zextê li hikûmeta veghêz bikin da ku dorpêçe bi dawî bikin.
Divê korîdorên mirovî yên bejahî û ezmanî ji bo Siwêdayê bên vekirin.”



