Ji ber germa zêde ya li herêmê di piraniya rojê de dikan hemû girtî ne û kolan vala ne.
Di vê çarçoveyê de pisporê tenduristiyê yê bajarê Qamişlo hişyarî kir û got:
“Zarokan dernexin derve, pir av bidinê, cilên guncav li wan bikin”.
Li bajarê ku pileya germahiya heta 48 dereceyan derdikeve, pisporên tenduristiyê hişyariyê dikin ku welatî xwe biparêzirin, bi taybetî li zarok û nexweşan baldar bin.
Asî El-Kiyaxî ku pisporekî tenduristiyê ji bajarê Qamişlo ye derbarê mijarê de axivî û got:
Germahiya zêde bandoreke mezin li ser kesên ku nexweşiya dil û şekir bi wan re heye, dike.
Lê bi taybetî zarok pir zêde bandor dibin.
Bi bandora germahiyê re di nava zarokan de nexweşiyên weke îltîhaba mede, jehrîbûn, verişîn, zikçûn û hwd çêdibin.
Pispor Asî El-Kiyaxî da zanîn ku li Qamişlo rojane derdora 50 kesên di temenên cuda de û zarok tên nexweşxaneyan û wiha bi dawî kir:
Tiştê ku ji destê me tê, dikin, lê pêwîst e şênî û malbat jî pir baldar bin.
Divê malbat zarokan ji germahiyê bi parêzin.



