QSD’ê ragihand ku çeteyên DAIŞ’ê rêveberê dibistana bejarokê Şiefa yê Hecînê şehîd xist.
Navenda Ragihandinê ya QSD’ê diyar kir ku şaneyên çeteyên DAIŞ’ê vê sibehê êrişî nûnerê dibistana bajarokê Şeifa yê Hecînê ya gundewarên rojhilatê Dêrazorê kirin.
Çeteyên ku li motorsîklêtê siwar bûbûn, li pêşiya mala wî gule li nûnerê dibistanê reşand û di encamê de şehîd bû.
QSD’ê da zanîn ku piştî belavbûna tevlhevî û bêewlehiya li Sûriyê sûcên çeteyên DAIŞ’ê zêde bûne.



