Yekitiya Jinên Êzidî bi boneya salvegera Fermana 3’yê Tebaxê daxuyanî da û xwest hêzên navneteweyî fermanê nas bikin û hesab ji berpirsên wê bipirsin.
Yekîtiya Jinên Êzidî diyar kir ku Fermana 3’yê Tebaxê ya li dijî civaka Êzidî encama komploya hêzên herêmî ya bi pêşengiya dewleta Tirk a dagirker bû.
Tenê ji ber ku Êzidî sembola reseniya gelê Kurd û Kurdistanê ne, ev ferman pêk hat.
Her wekî destnîşan kir ku komkujiyên li Şengalê û binpêkirinên li peravê û Siwêdayê, ji hev cuda nîn in û gotin; bi destê “komên cîhadîst” xwîna gelan tê rijandin.



