Doh Yekîtiya Rewşenbîran a kantona Cizîrê şevbûhêrkek wêjryî li Parka Xwendinê ya bajarê Hesekê li der xist.
Di şevbûhêrkê de çîrok, helbest û rexneyên wêjeyî hatin xwendin.
Di destpêkê de wêjevan û çîroknivîs Mihemed Baqî Mihemed çîrokek bi navê “El Ewraq El Mubasera” xwend.
Piştre helbestvan Hena Dawûd kurteçîrokek li ser zehmetiyên ku li pêşiya jinan derdikevin xwend
Her wiha Helebstvan Ehmed Ebdureûf jî helbestên li ser sarbûna hestan li hemberî dijwariya jiyanê xwendin.
Di dawiyê de nivîskar û rexnegir Ebdulwehab Pîranî nivîsên ku hatine xwendin şîrove kir û girîngî bi handana ciwanan ji bo amadebûna di çalakiyên wiha de, da.



