Fermana 74’an ya li dijî civaka Êzdî li Şengalê 11 sal li pey xwe hişt.
Rêber Apo derbarê fermanê de dibêje; “Banga Aştî û Civaka Demokratîk bersiva 74 fermanan e”.
Ji ber ku banga Aşitî û Civaka Demokratîk xwe dispêre hebûn û xwezaya civakan a polîtîk û exlaqî.
Di vê wateyê de pêşketina pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk dawîbûna fermanan e.
Civaka Êzdî 11’emîn salvegera fermana Şengalê bi fermana gelên Filistîn, Durzî, Elewî û pêkhateyên cûda pêşwazî dike.
Rêber Apo bi peyamekê ku ji civaka Êzdî re şandibû wateya banga xwe ya dîrokî weke bersiv ji fermanên ku bi serê Êzdiyan de hatine, bi Êzdiyan re parve kir.
Banga dîrokî ya ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ ya Rêber Apo bersiva fermana 74’an a li ser civaka Êzdî ye.
DAÎŞ’ê ku li Şengalê ferman pêk anî, îro bi heman rêbazî li ser civaka me yê Elewî, Durzî û her wiha li ser gelek pêkhateyên ol û baweriyên cûda jî tên bikaranîn.
Ferman; berhema zihnîyeta desthilatdarî, nijadperestî, olperestî, netewperestî û zayendperestî ye.
Îro bi vê zîhnîyetê ve girêdayî cîhan ji xwe re kirine milk û vî milkî parve dikin.
Rêber Apo di berdewamiya peyama xwe ya derbarê bandora fermana 74’an li ser Êzdiyan de wiha tîne ziman:
”êşa ku min nekuje, min xurt dike”, di vê wateyê de, êşa fermanê ew nekuştin, berovajî wê bi hatina gerîlayan re ketin pêvajoya vejîn û ronakbîriyê.
Îro ligel hemû astengiyan jî, gel ref bi ref ji kampê fermanên spî vedigerin xirbeyên rûxandî û bi derûniya şopa fermanê dijîn.
Lewma hêviya wan ji kesî nemaye, êdî ne li benda kesî ne, xwe bi xwe rêve dibin û bi derfetên kêm jî be, birînên xwe dipêçin.
Dema em hemû fermanan li ber çavan re derbas dikin dibînin ku di hedefê fermanan de qelandina kokê heye.”
Rêber Apo dibêje;
“Ji ber ku banga Aştî û Civaka Demokratîk xwe dispêre hebûn û xwezaya civakan a polîtîk û exlaqî.
Di vê wateyê de pêşketina pêvajoya Aşitî û Civaka Demokratîk dawîbûna fermanan e.
Pêwîstiya her civakê wek av û nan bi pêşxistina vê pêvajoyê heye.
Divê em ji van fermanan ders derxin û nebin qurbanê hişmendiya milkperest.
Ji bo pêşî li fermanên nû were girtin bi reng û dengê xwe divê tevlî pêvajoya “Aşitî û Civaka Demokratîk” bibin û vê pêvajoyê bi destkeftiyên nû tacîdar bikin.”



