Nûnerê Taybet yê Amerîkayê Steve Witkoff ragihand ku dibe Hamas amade çekên xwe deyne.
Hamasê jî eşkere kir heta dewleta Filistînê ava nebe ew çekan bernadin.
Yekîtiya Ewropayê jî bang li Hamasê kir ku çekên xwe deyne û dest ji rêveberiya Xezayê jî berde.
Li aliyekî gelek dewletan ragihandin ku ew ê dewleta Filistînê nas bikin li aliyekî din jî şerê li Xezayê dewam dike.
Nûnerê Taybet yê Amerîkayê ê Rojhilata Navîn Steve Witkoff li paytexa Îsraîlê Tel Avîvê, bi malbatê girtiyên Îsraîlî yên ku 22 meh in li Xezeyê di destê Hamasê de têne girtin, re hevdîtin pêk anîn.
Hat ragihandin ku Witkoff ji malbatê girtiyan re gotiye, “em pir nêzîkî bidawîkirina şer in” û bi vê yekê diyar kiriye ku dibe Hamas amade be çekan berde.
Hamas: Em çekan bernadin û dixwazin dewleta Filistînê ava bibe
Piştî van hevdîtinan Hamasê roja şemiyê daxuyanî da û ragihand û got, “Heta ku dagirkeriya Îsraîlê berdewam bike, berxwedana çekdarî mafê me yê rewa ye.”
Hamasê destnîşan kir ew daxwaza damezrandina dewleteke Filistînê ya serbixwe ku paytexta wê Qudus be dikin.
YE: Divê Hamas çekên xwe deyne û dawî li rêveberiya Xezayê bîne
Li aliyê din rojên pêncşem û îna derbasbuyî Hamasê dîmênên dîl girtiyên Îsraîlî parve kir.
Nûnera Bilind a Karên Derve ya Yekîtiya Ewropayê (YE) Kaja Kallas derbarê mijarê de daxuyanî da û dîmenê du dîlgirtiyên Îsraîlî yê ji aliyê Hamas û Cîhada Îslamî ve hatî weşandin, weke “tirsnak” pênase kir.
Kaja Kallas diyar kir ev dîmen hovîtiya Hamasê nîşan dide û got, “Divê hemû dîlgirtî demildest û bêşert û merc bên berdan.”
Di dîmenên hatin weşandin de, du dilgîrtiyên jar û nexweş cih digirin.
Vê yekê li Îsraîlê rê li ber hêrseke mezin vekir û ji bo berdana wan bangên ji bo lihevkirinê hatin kirin.
Kaja Kallas bang li Hamasê kir ku çekên xwe berde û dawî li serweriya xwe ya li ser Xezeyê bîne.



