Sûc û kiriyarên dewleta Îranê li dijî girtiyên siyasî dewam dike, li girtîgeha Qizilhesar 8 rojin girtî di greva birçîbûnê de ne û her diçe rewşa wan xirab dibe.
Têkildarî mijarê Malpera Dengê Binçavkiriyên Kurd û Îranê ragihand:
“Li girtîgeha Qizilhesar ya li bajarê Kerac ya Îranê, 9 girtiyên siyasî 8 rojin ketine greva birçîbûnê.”
Malperê diyar kir ku girtiyên siyasî bi navê Bêhruz Îxsanî û Mehdî Hesenî li dijî rewşa ne mirovî, îşkence û darvkirina ketine greva birçîbûnê.
Her wekî malperê destnîşan kir ku bêtirî hefteyekê girtî, di hûcreyên takekesî de tên ragirtin û her ku diçe rewşa wan ya tenduristiyê xirab dibe.
Di 27ê Tîrmehê de, bi fermana berpirsê girtîgeha Qizilhesar û hevkariya hêzên îstîxbaratê, bi ser odeyên girtiyên siyasî hate girtin û gelek ji wan avêtibûn hûcreyên yek kesî.



