Yekitiya Şaredariyan a Kantona Dêrazorê di çarçoveya planên xwe yên 2025ˊan de xebatên sererastkirin û qîrkirina rêyan didomînin.
Yekitiya Şaredariyan a Kantona Dêrazorê di çarçoveya plansaziya xwe ya îsal de li piranî gund û bajarokên kantonê xebatên qîrkirina rêyên sereke û şaxî didomîne.
Yekitiyê ji bo qîrkirina rêyan 17 hezar metredam qîr veqetand û dê gelek kolanên sereke û şaxî qîr bike.
Pîşesazê kargeha îsfaltê ya kantonê Malik El Ebid der barê mijarê de got hin rê bi temamî hatin qîrkirin û hin cihên xerab bûne, hatin sererastkirin. Her wiha rêya Çerxerêya Meamil-gundê El Cedîd bi dirêjahiya 17 kîlometreyan, bi qasî 3 hezar metredam hat qîrkirin.
Rêya Çerxerêya Helebiyê heta bi gundê El Hîsan bi dirêjahiya 6 kîlometreyan hat qîrkirin. Rêya Hesîniyê heya têketina navenda bajarê Dêrazorê bi dirêjahiya hezar û 500 metre û firehbûna 8 metre, bi hezar û 200 metredam hat qîrkirin.
Yekitiyê ji bo rêya bajarokê Dirnic ku dirêjahiya wê 7 kîlometre û firehbûna wê 6 metre ye, 4 hezar metredam qîr veqetand. Ji bo rêya Mezher a li bajarokê Keşkiyê ku dirêjahiya wê 3 kîlomtre ye û firehbûna wê 4 metre ye, hezar metredam qîr hatiye veqetandin.
Li bajarê Sûse yê li rojhilatê kantonê jî, rêya Qela ya bajarokê Şeife bi dirêjahiya 1.5 kîlometre û panbûna 4 metreyan bi 400 metredam hate qîrkirin. Rêya Mozan a bajarokê Baxoz bi dirêjahiya 2 kîlomwtre û firehbûna 4 metre bi 560 metredam hat qîrkirin. Rêya stasyonê ya li Sûsê ku bi dirêjahiya wê 900 metre ye û firehbûna wê 4 metre û nîv e, bi 300 metredam hat qîrkirin.
Li bajarê Hecînê jî yekitiyê rêya Sedah ku dirêjahiya wê 450 metre û firehbûna wê 6 metreyan qîr kir. Lêçûna qîrkirina wê 200 metredam bû. Rêya Helûm a bi dirêjahiya 400 metre û firehbûna 6 metreyan bi 170 metredam qîr, hat sererastkirin.
Malik El Ebid destnîşan kir ku li kantonê 2 kargehên qîrê hene; yek li Herêma 7 Kîlo û ya din jî li Hecînê.
El Ebid diyar kir ku xebatên qîrkirinê didomin û got Yekitiya Şaredariyan a Dêrazorê plan dike ku rêyên 7 gundên piştî hilweşîna rejîmê tev li kantona Dêrazorê bûne, qîr bike.



