Nivîskar Azîz Tûnç modela ‘Yekîtiya Komunal a Demokratîk’ a ku Rêber Apo pêşniyar dike nirxanid.
Azîz diyar kir ku ev model xwe dispêre rabirdûya qedîm a Mezopotamyayê û ji bo gelên herêmê li ser bingeha aştî û wekheviyê jiyaneke hevpar bi hevre bijîn.
Lêkolîner û nivîskar Azîz Tûnç derbarê modela “Yekîtiya Komunal a Demokratîk” a ku Rêberê Apo pêşniyar kiriye de, nirxandin kir.
Aziz Tûnç: Ev pêşniyar ji bo avakirina jiyaneke nû bangek e
Azîz Tûnç diyar kir ku ev pêşniyar şêwazeke jiyana kûr a mîrateya çandî û civakî ya Mezopotamyayê ye û got:
“Ev pêşniyar ji bo avakirina jiyaneke nû ya li ser bingeha azadiya jinan û ekolojîk, bangek e.
Modela yekîtiya komunal a demokratîk a Birêz Abdullah Ocalan jî li gorî vê tevna dîrokî û civakî ye.”
Tûnç: Di vê modelê de hebûna gelekî bi hebûna gelekî din ve girêdayî ye
Tûnç da zanîn ku ev modela ku ji hêla Rêber Apo ve hatiye pêşniyarkirin, armanc dike ku mirov di nava wekhevî û aştiyê de bijîn û wiha domand:
“Di vê pergalê de,koletiya jinan, şer û pevçûn tine ne.
Di pêkanîna komunal de, hemû gel û civakên bêyî ku hevdu tine bikin wê bi hev re bijîn.
Netewa dewletên heyî di dîrokê de ji bo ewlehiya xwe bi bêhejmar komkujiyan kirine.
Lê di ‘Yekîtiya Komunal a Demokratîk’ de, hebûna gelekî bi hebûna gelekî din ve girêdayî ye.”
Tûnç: Rojava mînaka pêkanîna Yekîtiya Demokratîk a Komunal e
Tûnç desnîşan kir ku Rojava mînaka herî berbiçav a pêkanîna Yekîtiya Demokratîk a Komunal e û wiha bi dawî kir:
“Li wir hemû pêkhate û bawerî tevî hemû êrîş û provokasyonan, bi hev re dijîn.
Gelê Rojava bi avakirina hêza parastinê xwe diparêze; ev jî li ser bingeha berxwedana gel ava bûye.
Li Rojava, jinan di her qada jiyanê de, ji rêveberiyê bigire heya pêvajoyên biryardanê, rolên çalak girtine ser xwe.
Gel bi awayekî azad zimanê dayikê bikar tîne û baweriyên xwe pêk tîne.
Ji ber vê yekê, hêzên paşverû û piştgirên wan hewl didin ku wê tune bikin.
Lewma parastina projeya ‘Yekîtiya Komunal a Demokratîk’ û Rojava di roja me de erka şoreşgerî ye.”



