Rêveberiya Komîteya Çandinî û Sewalkariyê ya kantona Reqayê ji bo kêmkirina bandora germê li ser zeviyên pembo û garis hin şîret dan cotkaran.
Ji rêveberên Komîteya Çandinî û Sewalkariya ya kantona Reqayê Hemûd Şirîda da zanîn ku ev pêla germahiyê di dema vebûna kulîkên berhema geris de çêbûye, lewma dibe ku bandorê lê bike.
Şirîda diyar kir ku pêla germahiyê bandorê li kêzik û kurmikan jî dike, ku tevgera wan zêde dibe û bandorê li çandiniyê dikin.
Ji bo kêmkirin bandora germahiyê li ser zeviyên pembo û garisan, Şirîda ji cotkaran re got ku avdaniya zeviyan zêde bikin da ku bandora germê li çandiniyê kêm bibe her wiha dermanên nû yên ku hêzê didin çandiniyê bi kar jî bînin



