Serokê MHP’ê Dewleta Bahçelî derbarê Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de diyar kir, ew li bendê heta dawiya salê xebatên pêvajoyê temam bibe.
Serokê Partiya Tevgera Neteweperest ya Tirkiyê Dewleta Bahçelî derbarê Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de ji rojnamevanan re axivî.
Bahçelî şewitandina çekan ya koma gerîla weke gaveke girîng nirxand û diyar kir PKK bi temamî li gorî Banga Rêber Apo tevgeriyaye û vê yekê derî li pêşketinên erênî vekiriye.
Bahçelî anî ziman ji bo pêvajoya aştiyê bi serbikeve ew ji dil xebatên xwe didomînin û got, “Em li bendê ne xebatên pêvajoyê heta dawiya salê temam bibe.”



