Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Sûriyeyê li bajarê Dirbêsiyê pêşbirkek ramyarî ji bo ciwanan li dar xist. Dê navên kesên serketî paşê werin eşkerekirin.
Di pêşbirkê de der barê mijarên ramyarî, dîrokî, çandî, civakî û neteweyî de pirs hatin kirin.
Komîteya amadekar diyar kir ku armanca vê çalakiyê ew e ku zanebûna ramyarî û neteweyî di nav nifşê ciwan de bi hêz bikin û mîrateya têkoşîna Tevgera Azadiya Kurd bi wan bidin nasîn da bi awayekî çalak tevlî jyana çandî û siyasî ya civakê bibin.
Biryar e ku navên kesên serketî di çalakiye cuda de werin eşkerekirn û xelat werin dayin.



