8’ê Tebaxê li Washingtonê di navbera Serokê Amerîkayê Trump, Serok Dewletê Azerbeycanê Alîyev û Serokwezîrê Ermenistanê Paşînyan de peyman hate îmzekirin. Hinek derdoran ev yek weke peymana aştiyê jî bi nav kirin.
Yek mijarên sereke ya peymanê jî Korîdora Zengezurê ya ku wê ji Azerbeycanê li ser Ermensitanê re derbasî Naxçivanê û Bakurê Kurdistanê bibe.
Îranê bertekeke tund nîşanî vê projeya korîdorê da û ragihand ku ew ê asteng bikin.
Serokê Amerîkayê Donald Trump, 8’ê Tebaxê roja înê Serok Dewletê Azerbeycanê Îlham Alîyev û Serokwezîrê Ermenistanê Nîkol Paşînyan li Qesra Spî pêşwazî kir.
Yek ji rojeva sereke ya hevdîtinan Korîdora Zengezûrê bû. Hat ragihandin di hevdîtinê de lihevkirin pêk hatiye û danezaneke hevbeş hatiye îmzekirin.
Serokê Amerîkayê Trump eşkere kir ku ji bo berfirehkirina bazirganiya enerjî û teknolojiyê bi her du welatan re peymanek îmzekiriye.
Trump got, “Ermenistan û Azerbeycan soza wê yekê didin ku wê şer rawestînin, têkiliyên bazirganî û dîplomatîk dest pê bikin û rêzê li yekîtiya xaka hevdu bigirin.”
Alîyev diyar kir ew li Qafqasyayê aştiyê pêk tînin, ji ber şer, dagirkerî û xwînrijandinê wan gelek sal winda kir.
Paşînyan jî îmzekirina peymanê ji bo têkiliyên her du welatan weke gaveke girîng pênase kir.
Yek ji mijara hevdîtinê û ku peymana li ser hate îmzekirin, korîdora zengezûr ya ku wê ji Azerbeycanê derbasî Komara Nexçîvanê û Bakurê Kurdistanê bibe.
Îranê bertekek tund nîşanî peymana korîdora zengezûrê da
Îranê bertekeke tund nîşanî peymana di navbera Amerîka, Azerbeycan û Ermenistanê da. Şêwirmendê Elî Xamneyî Elî Ekber Welayetî ragihand ku korîdora zengezûrê ne milkê Trump e û got,
“Wê bibe gora leşkerên wan yên kirêkirî. Başûrê Qafqasyayê devereke bê xwedî nîne ku Trump kirê bike.”
Îran: Rûsya bibe û nebe jî em ê projeya korîdora zengezûrê asteng bikin
Welayetî diyar kir ku Serokwezîrê Ermenistanê Paşînyan jî li dijî vê projeyê ye û da zanîn wê ewlekariya Başûrê Qafqasyayê bixe xeteriyê û got, “Rûsya bibe û nebe jî wê Îran plana Amerîka ya korîdorê asteng bike.”
https://www.barandergisi.net/zengezur-koridoru-icin-abdye-100-yillik-imtiyaz-plani



