Parêzerên jin li bajarê Qamişlo buyerên li Suriyê û bi tayîbetî yê Siwêdayê şermezar kirin û bang li her kesî kir ku berpirsiyariyên xwe yên qanûnî û exlaqî bi cîIh bînin da ku aştî û serweriya qanûnê li Sûriyê pêk were.
Jinan diyar kirin ku li gorî berpirsiyariyên wan ê qanûnî û mafên mirovan ew bi fikareke kûr binpêkirinên li Sûriyeyê û pêkanîna tawanên şer dişopînin.
Jinan daxwaz kirin ku komîsyoneke lêpirsînê ya navneteweyî ku hemû binpêkirinan belge bike ava bibe û sûcdar bên darizandin.



