Meclisa Leşkerî ya Dêrazorê ragihand ku duh li dijî 4 şervanên wê êrişek hat kirin û ragihand ku wan li dijî êrişkaran operasyoneke ewlehiyê daye destpêkirin.
Meclisê diyar kir ku di operasyonê de çeteyek hat kuştin û 3 jî birîndar bûne.
Navenda Ragihandinê ya Meclisa Leşkerî ya Dêrazorê têkildarî êrişa şaneyên çeteyên DAIŞ’ê û operasyona ewlehiyê ya ku ji aliyê meclisê ve hatiye destpêkirin, daxuyaniyeke niviskî weşand.
Di daxuyaniyê de hate gotin komeke terorîst ku tê texmînkirin şaneyên DAIŞ’ê duh êvarî êriş 4 şervanên meclisê kirin.
Di dauxyaniyê de hatiye diyarkirin ku êriş li bajarokê Xeranîc a rojhilatê Dêrazorê hat kirin dema ku her çar şervan ji bo tedawiyê diçûn dermanxaneyê.
Di dewama daxuyaniyê de hate gotin: “Hêzên me operasyoneke leşkerî ya bibandor da destpêkirin. Di encamê de çekdarek hat kuştin û 3 jî birîndar bûn. Operasyon li gorî planê dewam dike. Her êrişek li dijî endamên me yan jî li dijî şêniyên herêmê dê bê bersiveke dijwar nemîne.”
Di daxuyaniyê de hate eşkerakirin ku der barê êrişê û ji bo diyarkirina berpirsên wê lêkolîneke berfireh hatiye destpêkirin.
Di dawiya daxuyaniyê de hate gotin: “Meclisa Leşkerî ya Dêrazorê hewldanên destdirêjiya li ewlehî û aramiya herêmê re dike û biryara xwe nû dike ku li derê dibe bila bibe wê terorê biqewitîne, operasyonên xwe li dijî gefên li ser jiyana gel û destkeftiyên wê zêdetir bike.”



