Almanyayê ragihand ku pakêtek alîkariya leşkerî ya 500 milyon dolarî di bin “Lîsteya Pêdiviyên Pêşîn ên Ukraynayê” ya NATO”yê de, ligel hevalbendên xwe yên din, fînanse bike.
Her wiha li gor Aksiyos danûstandinên bi Rûsyayê re biser nekevin jî, Amerîka li ser dabînkirina çekan ji bo Ukraynayê bidomîne.
Wezareta Parastinê ya Almanya daxuyaniyek nivîskî derbarê bernameya “Lîsteya Pêdiviyên Pêşîn ên Ukraynayê” de weşand.
Di daxuyaniyê de hat gotin ku Almanya, ligel hevalbendên xwe yên din, amade ye ku yek ji pakêtên alîkariya leşkerî yên berfireh ên yekem di bin bernameya Lîsteya Pêdiviyên Pêşîn ên Ukraynayê de, ku bi tevahî 500 milyon dolar e, fînanse bike.
Di daxuyaniyê de spasiya Amerîkayê hat kirin ji bo amadebûna wan a berdewamkirina dabînkirina çek û cebilxaneyê ji bo Ukraynayê.
Her wiha hat teqez kirin ku biryara Almanya ya beşdarbûna vê înîsiyatîfê piştgiriya wê ya ji bo Ukraynayê bi girîngî xurt dike.
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku hikûmet bi NATO’yê û hevalbendên xwe re li ser hûrguliyan di şêwirmendiyek nêzîk de ye.
Axios: Eger danûstandin bi ser nekevin jî, DYA wê li ser dabînkirina çekan ji bo Ukraynayê bidomîne
Li aliyê din Amerîkayê li ser firotina çekan ji welatên NATO’yê re ji bo Ukraynayê, heta eger danûstandinên bi Rûsyayê re encamên hêvîkirî dernexin holê berdewam bike.
Li gorî Axios (aksiyos), rayedarekî Amerîkî wiha gotiye:
“Tevî ku hewldanên dîplomatîk bi ser nekevin jî, Trump dê li ser navê Ukraynayê çekan ji welatên NATO’yê re bifiroşe.”
Qesra Spî teqez kir ku her çend retorîka Trump carinan wekî alîgirê Rûsyayê were dîtin jî, ev ji ber ku serokê Amerîkî bawer dike ku peyamên wiha dê bibin alîkar ku bi Rûsyayê re peymanek çêbibe.
Çavkaniya Axios zêde kir ku di mehên dawî de di nav rêveberiya Trump de nêrîna serdest ew bû ku Amerîka û hevalbendên wê dikarin di nav çend rojan de aboriya Rûsyayê qels bikin.
Rayederekî payebilind ê Amerîkî got:
“Gelek rêbazên din hene ku Ukraynayê têk bibin.
Lê heke Trump neçar bimîne ku aliyekî hilbijêre, ew ê dest bi lêdana aboriya Rûsyayê bike.”



