Hejmara koçberên wargeha Waşokanî gihaşt 7 hezar û 400 koçberî

Hejmara Koçberên wargerha Waşûkanî gihaşt 7 hezar û 400 koçberî.

Rêveberiya wargehê piştrast kir tu rêxistinên navneteweyî li kampê naxebitin.

Hejmara koçberên wageha Waşûkanî ya ku 12 km li rojavayê navenda bajarê Hesekê ye gihaşt 7 hezar û 400’î.

Rêvebera wargeha Waşûkanî Selwa Salih diyar kir ku hejmara koçberên Wargehê gihîşt hezar û 300 malbatî ku ji 7 hezar û 400 koçbarî pêk tê.

Selwa Sahil da zanîn ku li konên pêşwazîkirinê jî 160 malbat hene.

Selwa destnîşan kir ku desteya enerjiyê dest bi xebatê kir û hewl dide tevahî kampê ronî bike.

Her wiha dibistanên nû tên avakirin da ku hejmara zarokan a zêde pêşwaz bike.

Rêvebera Wargehê diyar kir ku heta niha tu rêxistinên navneteweyî yên mirovî derbasî wargehê nebûne.

Back to top button