Hêzên hikumeta veguhêz a Sûriyeyê li gundewarê Derayê du otobusên sivîlan gulebaran kirin. Di encama gulebaranê de hejmarek sivîl birîndar bûn.
Du otobusên sivîlan dema ji Siwêdayê diçûn bajarê Ceremana yê gundewarê Şamê, li gundewarê Derayê ji aliyê hêzên hikumeta veguhêz a Sûriyeyê ve hatin gulebarankirin.
Di encama gulebaranê de jin û zarok jî di nav de hejmarek sivîl birîndar bûn.
Hêjeya bibîrxistinê ye ku 13’ê Tebaxê karwana alîkariyan a ji Ceremana diçû Siwêdayê, li gundewarê rojhilatê Derayê yê ji aliyê hêzên hikumeta veguhêz ve hatibû gulebarankirin.
Çavkaniyan diyar kiribûn ku hêzên hikumetê piştî karwan gulebaran kirin, xwebeş revandin û dest danîn ser kamyonên alîkariyê.
Li gorî çavkaniyan, hêzên hikumetê ji revandiyan 3 kes berdan, lê hîna 4 kesên bi navên Abid Ebû Fexir, Fîdaa Ezam, Yamin Memdoh El Sehnawî, Ridwan Zeyd El Sehnawî yên ji xelkê Ceremanayê ne girtî ne.
Rayedarên hikumeta veguhêz îdia kirin ku ev êriş ji aliyê çekdarên eşîran ve hatiye kirin.
Heman çavkaniyan gotibû ji bo berdana revandiyên din hewldan didomin,
15’ê Tebaxê jî hêzên hikumeta li nêzî herêma Kihêl a Derayê du erebeyên li ser xeta Siwêda-Beyrûtê dixebitin gulebaran kirin. Di encamê de jina bi navê Neda Adil Amir hate qetilkirin.



