Mûsa Kino: Armanca dewleta Tirk tunekirina Kurdan e

​​​​Endamê Partiya Yekîtiya Demokratî ya Kurd li Sûriyê Musa Kino diyar kir ku armaca dewleta tirk tunekirina kurdaye, ji ber vê yekê divê kurd yekrêziya xwe ava bikin.

Endamê Partiya Yekîtiya Demokratî ya Kurd li Sûriyê Musa Kino diyar kir ku dewleta tirk bi nû kirina êrîşên xwe li ser Herêmê hewl dide dagirkeirya xwe berfireh bike û destkeftiyên gelên herêmê têk bibe.

Kino destnîşan kir ku, dewleleta tirk çeteyên Îtilafa Sûrî ji bo tunekirina Kurdan bikar tîne û anî ziman ku siyaseta dewleta tirk ya guhartina demografiya herêmê, qirkirina etnîkî û bicihkirina malbatên biyanî li herêmên dagirkiriye vê yekê îsbat dike.

Kino însiyatîfa pêkanîna yekrêziya neteweyî weke gavek erênî nirxand û diyar kir ku hin alî mîna ENKS’ê vê însiyatîfê asteng dikin.

Musa Kino bang li ENKS’ê kir ku xwe ji bin siya dewelta tirk derxînin û li gorî berjwandiyên gelê kurd tevbigerin û got:

Di pêvajoyek wiha de pêwîstî bi hêzek kurdî heye.

Back to top button