Çeteyan êrîşî hêzên Iraqî li Daquqê kir

Şevê din çeteyên DAIŞ’ê di navbera Daquq û Xurmatû de êrîşî nuqteyeke kontrolê ya artêşa Iraqê kirin.

Di encama êrîşê de 2 leşkerên Iraqî jiyana xwe ji dest da.

Li gorî çavkaniyeke ji herêmê, çeteyên DAIŞ êrîşî nuqteyeke kontrolê ya artêşa Iraqê kirin û di encamê de 2 leşkeran jiyana xwe ji dest da.

Êrîş şevê din saet 20.30 di navbera Daquq û Xurmatû de pêk hat.

Li gorî çavkaniyê, piştî êrîşê di navbera çeteyan û leşkerên Iraqî de şer rû da.

Piştî êrîşê artêşa Iraqê hêzeke mezin ber bi cihê bûyerê ve şand û cenazeyên her du leşkeran rakirine Nexweşxaneya Daquqê.

Back to top button