Serokê Filistînî wê mijarê rake Konseya Ewlekariyê

Serokê desthilata Filistînê Mehmûd Ebas dê doza gelê xwe û redkirina plana Amerîkî ya aştiyê rake Konseya Ewlekariyê.

Balyozê Filistînî yê li NY Riyad Mensûr ragihand ku wê Ebas di nava 15 rojan de pêşnûmeyekê der barê peymana Trump pêşkêşî Konseyê bike.

Li gorî Mensûr, serokê Filistînî hêviya dengdayîneke baş ji bo vê mijarê dike.

Balyozê Filistînî her wiha, diyar kir ku wê Ebas roja Şemiyê başdarî lûtkeyke welatên Ereb bibe û di destpêka Sibatê de li lûtkeyke Afrîkî amade bibe.

Berî 2 rojan serokê Amerîkayê Trump peymanek aştiyê bi navê “peymana sedsalê” ji bo çareserkirina aloziya Filistîn û Îsraîlê pêşkêş kiribû.

Di vê peymanê de, tiştê herî balkêş ew bû ku bajarê Qudsê ma paytexta Îsraîlê.

Ji bo vê û gelek xalên din, hemû aliyên Filistînî ev yek red kir û gel herikîn qadan.

Filistîn- Îsraîl
Artêşa Îsraîlî 2 moşek avêtin xezzayê

Li gorî çavkaniyên herêmî, îro di saetên sibê de, artêşa Îsraîlî 2 moşek avêtin erdekî çandiniyê ku li rojavayê Dêr el-Beleh li navenda Xezzayê dikeve, piştî wê bi çend deqeyan, artêşê heman dever topbaran kir, di encamê de ziyanên madî çêbûn.

Duh jî artêşa Îsraîlî ragihandibû ku moşekek ji aliyê Xezzayê bi ser wan de hatibû.

Back to top button