Duh di êrîşeke Hêzên Piştgiriya Lezgîn li ser bajarê El-Feşîr ê li herêma Darfûr a rojavayê Sûdanê de 17 kes hatin kuştin û 25 kes birîndar bûn.
Çavkaniyek bijîşkî got:
“Hejmara miriyên ku anîne nexweşxaneyê gihîştiye 17’an, û hejmara birîndaran jî gihîştiye 25’an.
Hin ji wan ji ber sedemên ewlehiyê bêyî ku bibin nexweşxaneyê ji aliyê malbatên xwe ve hatine veşartin.”
Koordînasyona Komîteyên Berxwedana El-Feşîr, komeke serbixwe ye ku îstismaran belge dike, di daxuyaniyekê de dibêje Hêzên Piştgiriya Lezgîn “agirên topên giran” li deverên niştecihbûnê yên di nav bajêr de daye.
Koordînasyonê got êrîş bûye sedema mirin û birîndarbûna sivîlan û “zirareke girîng daye milk û binesaziyê”.
Rayedarek ji heremê got bombebarana ku di serê sibê de dest pê kir û heta nîvro berdewam kir, li hin taxên bibandor pêlên nû yên koçberiyê derxist holê.
Kampa Ebû Şuq, li bakurê el-Feşîr, duh ji aliyê Hêzên Piştgiriya Lezgîn ve hate topbarankirin.



