Hêzên Ewlekariya Hundirîn li Dêrazorê 4 kes bi tawanên kuştin û diziyê destgîr kirin.
Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên kantona Dêrazorê 4 kes ji ber sûcên dizî û qetilkirina ciwanê bi navê Ebdulqadir Deham El Şaban destgîr kirin.
Navenda Ragihandinê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn dîmenên mikurhatinên endamên torê li ser Facebookê parve kirin.
Li gorî mikurhatinan, endamên torê di 5ˊê Tîrmehê de Ebdulqadir Deham El Şaban direvînin, tiştên pê re didizin û piştre wî qetil dikin.
Tîmên Têkoşîna li dijî Sûcên Rêxistinkirî ya kantona Dêrazorê piştî wergirtina agahiyên kuştina El Şaban, dest bi lêkolînan kiribû. Di encama lêkolînan de nasnameyên kujeran hatin tespîtkirin û hatin destgîrkirin.
Hêzên Ewlekariya Hundirîn her çar bersûc sewqî Dozgeriya Giştî kirin.



