Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Xwişk-Biratî û Demokrasiyê cara 4’emîn civiya. Serokê Meclisa Tirkiyê di civînê diyar kir yek ji erka herî girîng ya komîsyonê qanehkirina civakê ye.
Serokê Meclisê Nûman Kûrtûlmûş beriya civîna 4. ya komîsyonê axivî û diyar kir Tirkiye ketiye demeke dîrokî û bi avabûna komîsyonê re xebatên di bin meclisê de zêde bûne.
Kûrtûlmûş careke din anî ziman ku di pêvajoyê de bazarî tune ye û got,
“Yek ji erka komîsyonê qanehkirina civakê, pêşxistina hestiyariyê di nava civakêde û zêdekirina piştgiriya civakê ya ji bo pêvajoya xwişk û biratiyê ye.
Em di pêvajoyeke zehmet de ne. Em mecbûrin di vê demê de xebatan bi hewldaneke mezin bimeşînin. Em ê li vê derê hemû pirsgirêkan niqaş bikin.”
Kûrtûlmûş diyar kir wan tespît kiriye ku wê bi kê re biaxivin, wê li aliyan guhdar bikin û encama wê jî nîşanî raya giştî bidin û got, “Ez hêvîdarim ku em ê vê rola xwe ya dîrokî bi serketî bi cih bînin.”



