Rêveberiya Xweser li Tebqayê îro civîneke giştî li dar xist.
Endamên Rêveberiya Xweser û saziyên wê, nûnerên Hêzên Ewlekariya Hundirîn, hêzên leşkerî, meclisên herêmî û bi sedan şêniyên kantonê tev li civînê bûn.
Hesen Koçer da zanîn ku divê peymaneke civakî ya nû a Sûriyeyê were sazkirin ku baweriyê di navbera dewlet û gel de vegerîne.
Cîgirê hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser Hesen Koçer got ku divê peymanek civakî ya nû ya Sûriyeyê were sazkirin ku baweriyê di navbera dewlet û gel de, vegerîne.
Her wekî diyar kir ku Rêveberiya Xweser piştgiriyê dide yekîtiya Sûriyeyê û parastina mafên hemû sûriyan.
Koçer piştrast kir ku ji bo parastina mafên gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û parastina destkeftiyên wan, ew alîgirên diyaloga bi hikûmeta veguhêz re ne .
Her wiha piştrast kir ku di vê qonaxa heyî de, ji bo xurtkirina van mafan û misogerkirina parastina wan di destûra nû ya Sûriyeyê de, hîn bêhtir xebat hewce ye.



