Wezîrê Karên Derve yê Hikûmeta Veguhêz a Sûrî Esad El-Şeybanî, li Parîsê bi şandeyeke Îsraîlê re hevdîtin kir.
Di hevdîtinê de “kêmkirina rageşiyan” di navbera her du welatan de hat nîqaşkirin.
Li gorî ajansa nûçeyan a girêdayî Şamê SANA’yê armanca hevdîtinan ‘xurtkirina îstiqrara li herêmê ye’.
Yek ji mijarên herî girîng, rewşa ewlehiyê ya li Siwêdayê bû ku zêdeyî 1.400 kes lê hatin kuştin.
Îsraîlê diyar kir ku mudaxeleya ji bo parastina civaka Durzî ji êrişên eşîrên Sunnî ye.
Esad El-Şeybanî jî ev yek weke “mudaxileya li karên hundir a Sûriyê” pênase kir.
Mijareke din jî îhtimala vegera li Peymana ku sala 1974’an di navbera Sûriye û Îsraîl de hat îmzekirin û di navbera her du welatan de herêma tampon pêşbînî dike ye.
Her wiha Şande li ser çavdêriya agirbesta hatî şikandin a ku 19’ê Tîrmehê bi navbeynkariya DYE’yê pêk hat, nîqaş kirin.
Hêjayî bi bîrxistinê ye ku hevdîtin di demeke ku li başûrê Sûriyê tengasî zêde de, pêk hat.



