Meclisa Malbatên Şehîdan a Helebê daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan kir. Meclisê di daxuyaniyekê de diyar kir ku azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan daxwazeke mirovî û hiqûqî ye.
Daxuyanî ji aliyê endama Meclisa Malbatên Şehîdan a Helebê Sêvîn Emûna ve li Muzexaneya Şehîdan a li devera Şiqîf a taxa Şêxmeqsûd, bi beşdariya bi dehan malbatên şehîdan hate xwendin.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku Meclisa Malbatên Şehîdan, li ser bingeha berpirsyariya neteweyî û mirovî, bangeka lezgîn li civata navneteweyî, Konseya Ewlehiyê û Neteweyên Yekbûyî dike ku tedbîrên cidî bigirin û zextê li dewleta Tirk bikin da ku bê şert û merc Rêber Abdullah Ocalan berde.
Di daxuyaniyê de, li ser navê malbatên şehîdan hat gotin ku amade ne ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocan çi xebat û fedakarî hebe bikin.
Malbatên şehîdan da zanîn ku Rêber Abdullah Ocalan bûye sembola hêviyê ji bo avakirina siberojek ku aştî, aramî û edaletê ji bo hemû gelên herêmê pêk bîne.
Di daxuyaniyê de hate gotin ku azadiya Rêber Abdullah Ocalan daxwazeke bingehîn a mirovî û hiqûqî ye.



