Artêşa Ukraynayê ragihand ku Rûsyayê duh bi şev “yek ji mezintirîn êrîşên hewayî yên salê” pêk aniye, û îdia kir ku di êrîşan de kesek hatiye kuştin û 15 kes birîndar bûne.
Têkîldarî êrişê Hêzên Hewayî ya Ukraynayê daxuyaniyek da.
Li gorî Hêzên Hewayî di êrîşê de 574 balafirên bê mirov û 40 moşek hatine bikar anîn.
Hat ragihandin ku parastina hewayî 546 dron û 31 moşek xistine xwarê.
Wezîrê Derve yê Ukraynayê Andrii Sybiha destnîşan kir ku Rûsyayê di êrîşa xwe ya dawî de li rojavayê Ukraynayê li “hilberînerek elektronîkî ya mezin a Amerîkî” xistiye.
Yulia Sviridenko: Rûsya bi aştiyê re eleqedar nîne
Serokwezîra Ukraynayê Yulia Sviridenko, peyamekî li ser medyaya civakî da û got:
“Rûsya timî nîşan dide ku ew bi aştiyê re eleqedar nîne.”
Yulia Sviridenko teqez kir ku welatê wê “amade ye ku ji bo aştiyê bixebite”
Bê guman ev e ku êrîş di dema hewldanên destpêkirina danûstandinên aştiyê di navbera Moskow û Kîevê de, ku ji hêla Serokê Amerîkayê Donald Trump ve têne rêvebirin, pêk hat.
Zelensky: Rûsyayê bi moşekên krûz Karsaziyeke sivîl a Amerîkî xist
Her wiha Zelenskî ragihand ku artêşa Rûsyayê bi moşekên krûz karsaziyeke sivîl a Amerîkî li herêma Zakarpatyayê hedef girt.
Zelenskî diyar kir ku artêşa Rûsyayê binesaziya sivîl, xanî û niştecihên li seranserê Ukraynayê hedef girt.
Zelenskyy îdia kir ku Rûsyayê bi 574 balafirên bê mirov û 40 mûşekan di şevekê de êrîşek li ser Ukraynayê kiriye û got:
“Ew karsaziyeke sivîl a asayî bû ku pêdiviyên rojane yên wekî makîneyên qehweyê hildiberand. Lê ew ji aliyê Rûsan ve hat hedefgirtin.”
Ji Moskowê ti nîşan tune ku ew ji bo bidawîkirina vî şerî û danûstandinên cidî amade ne. Pêwîste cezayên xurt bên sepandin.”
Ukrayna: Ji 614 armancên hewayî 577 hatin îmhakirin
Li aliyê din Hêzên Parastina Hewayî ya Ukraynayê ragihand ku wan di şeva 21’ê Tebaxê de, yek ji mezintirîn êrîşên hevbeş ên ku ji hêla Rûsyayê ve hatine kirin de, ji 614 armancên hewayî 577 bêbandor kirine.
Yekîneyên parastina hewayî ya Ukraynayê bi balafirên şer, pergalên mûşekên parastina hewayî, yekîneyên şerê elektronîkî, pergalên hewayî yên bêmirov û komên agirkujiyê yên mobîl bersiv dan êrîşan.
Armancên sereke yên êrîşan Lviv, Mukachevo, Luts’k, Dubno, Dnipro û Donetsk bûn.
Di encama xistina moşek û balafirên bê mirov de herî kêm 11 herêman teqîn û şewat çêbûn.
Di şevê de bi tevahî 546 balafirên bê mirov, moşekek Kincal, 18 moşekên X-101 û 12 mûşekên “Kalîbir” hatin xistin.


