Êrişên artêşa Îsraîlê li tevahiya Şerîda Xezayê didome.
Têkîldarî êrişan Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê li Xezzeyê daxuyaniyek nivîskî weşand.
Hat ragihandin ku di 24 saetên dawî de 70 kes hatine kuştin û 356 birîndar jî bo nexweşxaneyên Xezzeyê hatine veguhestin.
Hat ragihandin ku ji 18’ê Adarê ve, piştî rawestandina agirbestê, di êrîşên artêşa Îsraîlê de 10 hezar û 646 kes hatine kuştin û 45 hezar û 73 kes jî birîndar bûne.
Her wiha hat ragihandin ku di 24 saetên dawî de kesên dema ku hewl didan alîkariyê bistînin 18 kes mirin û 117 kes jî birîndar bûne.
Li Xezayê 2 kes ji ber birçîbûnê mirin
Li gel vê yekê rewşa xelkê ji ber birçîbûnê hin girantir dibe.
Hat destnîşankirin ku li Xezayê 2 kesên din ji ber birçîbûnê mirine.
Li gor vê hejmara miriyên ji birçîbûnê gihiştiye 271 kesan ku 112 ji wan zarok bûn.
Wezareta Tenduristiyê ragihand ku ji 7’ê Cotmehê ve li Şerîda Xezayê hejmara miriyan derket 62 hezar û 192 kesan û ya birîndaran jî derket 157 hezar û 114 kesan.
Hat ragihandin ku bi hezaran mirî hîna di bin kavilan de mane.
Hejmara mirovên ku ji ber êrîş û fermanên dersînorkirinê yên Îsraîlê li Xezzeyê koçber bûne, gihîştiye 2 mîlyon kesan.
Artêşa Îsraîlê li deverên cuda êrîş li ser deverên sivîlan kir
Ajansa nûçeyan a fermî ya Filistînê WAFA diyar kir ku Îsraîl êrîşên xwe yên li ser deverên sivîlan li deverên cuda yên Şerîda Xezayê didomîne.
Di êrîşeke hewayî ya Îsraîlê de li bajarê Xan Yûnis ê başûrê Şerîda Xezayê 5 kes hatin kuştin.
Her wiha WAFA’yê destnîşan kir ku sivîlên kuli benda alîkariya mirovî bûn rastî êrîşên Îsraîlê hatin. Di êrîşê de 3 kes hatin kuştin û gelek kes birîndar bûn.
Her wiha komeke Filistîniyan li taxa Tuffah a bakurê bajarê Xezayê ji aliyê balafireke bê mirov ve hatin hedefgirtin, 2 kes hatin kuştin û gelek kes jî birîndar bûn.
Îsraîl operasyona bejayî li Xezayê dest pê kir
Li aliyê din artêşa Îsraîlê qonaxên yekem ên operasyona xwe ya bejayî ji bo girtina bajarê Xezzeyê dest pê kir.
Berdevka artêşê, Effie Defrin, ji rojnamevanan re got:
“Me dest bi operasyonên pêşîn û qonaxên destpêkê yên êrîşa li ser bajarê Xezayê kiriye.
Niha, yekîneyên Hêzên Parastina Îsraîlê (IDF) derdora bajarê Xezayê kontrol dikin.”
Berdevkê artêşa Îsraîlê diyar kir ku Hamas bûye hêzek gerîla ya “lawaz û şikestî” û got:
“Em ê êrîşa li dijî Hamasê li Xezayê, ku kelehek terora siyasî û leşkerî ya rêxistina terorîst e, dijwartir bikin.”
Hat ragihandin ku Serokwezîrê Îsraîlê Binyamin Netanyahu jî ferman daye ku operasyona bejayî li Xezayê bileztir bibe.
Li gorî plana artêşa Îsraîlê, sivîlên li bajarê Xezayê, ku tê texmînkirin ku nifûsa wê 1 mîlyon e, wê li bajarên konan ên li başûrê Xezayê werin bicihkirin.



