Rêveberiya Parastina Şaristanî ya Iraqê ragihand ku li Iraqê di 6 mehên ewil yên îsal de, zêdetirî 3 hezar bûyerên şewatê çêbûne.
Rêveberiya Parastina Şaristanî ya Iraqê derbarê şewatên li Iraqê yên di 6 mehên ewil yên îsal de çêbûne, agahî parvekir.
Li gorî rêveberiyê li seranserê parêzgehên Iraqê (Ji bilî Herêma Kurdistanê) di nava 6 mehên ewil yên îsal de, 3 hezar û 18 bûyerên şewatê çêbûne.
Rêveberiya Parastina Şaristanî ya Iraqê ragihand ku ev rêje li gorî sala borî ji sedî 58 kêm bûye.
Hate gotin ku tîmên parastina sivîl karîne 33 milyar û 853 milyon û 105 hezar dînar, her wiha kel û pelên avahiyên bazirganî yên ku agir pêketibûn, biparêze.
Hêjayî gotinê ye heftiya borî li Rojhilatê Bexdayê agir bi malek ketibû û di encama şewatê de ji heman malbatê 7 kesan jiyana xwe ji dest da bûn.
Herwiha di 16’ê Tîrmeha îsal de jî li bajarê Kut agir bi cihek bazirganiyê ketibû û di encamê de 23 kesan jiyana xwe ji dest da bûn.



