Ciwanên Helebê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo meşek girseyî li dar xistin, di dawiya meşê de ciwnan daxuyaniyek dan û gotin Azadiya fîzîkî ya Rêber Apo mefteya çareseriyê ji bo Rojhilata Navîne heta Rêber Apo bi fîzîkî azad nebe emê her li qada bin.
Meş bi pêşengiya Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan bi durişmeya ” ji bo avakirina civakekî demoqratîk emê tekoşîna xwe bilind bikin û azadiya fîzîkî a Rêber Apo misoger bikin” pêk hat.
Xelkên taxê Şêxmeqsûd û Eşrefiyêm, endamên saziyên civka sivîl û rêxistinên jinan beşdarî meşê bûn.
Meş ji pêşiya benda bavê Mihemed destpêkir û li taxa Şêxmeqsûd şerqî veguherî mîtîngê.
Li wir ciwanên axivîn berxedana li Îmraliyê silav kirin û gotin:
“Pirojeya Neteweya Demokratîk rêbaza herî guncaw a pêkanîna aştiyê û jiyana hevbeş e.
Lewma ji bo rêvebirina vê pirojeyê, divê Rêber Apo demlidest bê berdan.”



