Dewleta Îranê li herêma Belûcan komkujiyek pêk anî.
Îranê li eyaleta Sistan-Belucistanê ya ku Belûc lê dimînin, di operasyonekê de 13 kes kuşt û ew weke terorîst pênase kir.
Li gorî daxuyaniya Sipahê Pastaran, di operasyonê de 13 kes hatin kuştin, gelek kes hatin binçavkirin û gelek çek û cebilxane hatin bidestxistin.
Operasyon û şer li bajarên Îranşehr, Haş û Seravanê hatin kirin.
Ji ber ku dewleta Îranê her kesên ku daxwaza mafên demokratîk dikin û muxalefetê weke terorîst pênase dike.
Li ser rengê rasteqîn ê operasyonê agahî bi dest neketin.
Li ser nasnameya kesên bûn hedefa êrîşan jî agahî bi dest neketin.
Hêjayî gotinê ye, ji ber siyaseta înkarê ya Dewleta Îranê Sistan-Belucistan bûye yek ji herêmên herî xizan ên Îranê.



