Careke din derdora Bendava Tişrînê ya başûrê Kobanê bi balafirke bêmirov hat bombebarankirin.
Balafireke bêmirov di derengiya şevê de derdora Bendava Tişrînê ya başûrê Kobanê ya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê bombebaran kir.
Tu agahiyên zêdetir derbarê bombebaranê de nehatin bidestxistin.
Di 24 saetên dawîn de du caran balafirên bêmirov derdora Bendava Tişrînê bombebaran dikin.
Beriya du rojan jî, şervanên Meclisa Leşkerî ya Til Temirê hewldana çeteyên dewleta Tirk a dagirker a ketina li gundewarê rojavayê bajarê Til Temirê yê kantona Cizîrê têk biribû.



