Di çarçoveya pêngava ‘Rêber Apo bixwîne û bide xwendin’ de ji 20’ê Tebaxê ve li Serdeştê dewreyeke perwerdeyê ya 15 rojan ji bo jinan hatiye vekirin.
Jinên ku tev li perwerdeyê bûne diyar kirin ku perwerde bi qasî nan û av pêwîst û girîng e.
Di dewreya perwerdeyê de jin li ser mijarên Rastiya Rêbertî û Jineolojî perwerde dibînin û niqaşên berfireh dimeşînin.
Endama Meclisa Jin a Serdeştê Besê Feqîr diyar kir ku dersên ku ew dibînin dersên fikrî ne û her roj wan li ser mijareke perwerde dibînin û niqaşan dimeşînin.
Endama Meclisa Jin a Serdeştê Kinê Xidir jî desnîşan kir ku divê jin xwe ji her alî ve perwerde bikin.
Kinê Xidir bal kişand ser azadiya fîzîkî ya Rêberê Apo û wiha anî ziman:
“Em hêvîdar in ku Rêber Apo di demeke kurt de bigihêje azadiya xwe ya fîzîkî.
Ji hêla din ve tenê Rêber Apo dikare aştî bîne cîhanê û ew Rêberê hemû civakên bindestan e.”



