Psîkanalîst a Fransayî Elisabeth Roudinesco diyar kir ku ew piştgiriyê dide ‘Banga Aştî û Civaka Demokratîk’ a Rêber Apo.
Elisabeth Roudinesco têkildarî ‘Banga Aştî û Civaka Demokratîk’ a Rêber Apo ya 27’ê Sibatê nameyek ji Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (DEM Partî) re şand.
Nameya Elisabeth Roudinesco bi vî rengî ye:
“Ez teqez piştgiriyê didim banga jiyana bi hev re û aştiyê ya navbera gelên Kurd û Tirk.
Bi vî rengî li vê cîhana me ya tevlîhev demokrasiyeke rasteqîn dikare ava bibe.
Ez bi kêfxweşiyeke mezin tevlî piştevanên vê bangê dibim.
Psîkanalîst a Fransayî dibêje:
”Ev pêvajoya aştiyê ji bo tevahiya cîhanê, bi taybetî ji bo Ewropayê ji her demê bêhtir pêwîstî ye.
Bêguman hêvî dikim ku gelek ramanger, entelektuel û siyasetmedarên din beşdarî me bibe.
Di vê têkoşînê de ez tevlî we dibim û serketinê dixwazim”.



