Rêber Apo ji Konferansa bi navê “Aştiya Tirkiyeyê ya ku bi Zehmetî bi Dest Dikeve” ya ku Navenda Lêkolînan a Rûdawê li ser pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk li dar dixe, peyam şand.
Rêber Apo di peyamê de diyar dike eger ev pêvajo bi ser bikeve wê qedera Rohilata Navîn biguher û dibêje, “Ji bo serxistina pêvajoyê ez hewldanên xwe didomînim. Ez bang li hemû Kurdan dikim ku li ser bingeheke demokratîk bicivin û bibin yek.”
Rêber Apo ji Konferansa bi navê “Aştiya Tirkeyê ya ku bi Zehmetî bi Dest Dikeve” ya ku Navenda Lêkolînan a Rûdawê li ser pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk li dar xist re, peyam şand.
Peyama Rêber Apo ji aliyê Endamê Şandeya Îmraliyê û Parlementerê DEM Partiyê Mîthat Sancar ve hate xwendin.
Rêber Apo ji ber lidarxistina konferansê Navenda Lêkolînan a Rûdawê pîroz kir û wiha dibêje,
Rêber Apo: Ji bo serxistina pêvajoyê em bi hemû hêza xwe hewldan dikin
“Ev sernav, rastiyê bi awayekî rast nîşan dide. Me di çil salên borî de bi tecrubeyên bi êş gelek caran dît, li Tirkiyeyê aştî îhtimal û rewşek e ku bi zehmetî bi dest dikeve.
Vê carê jî derfeta aştiyê “bi zehmetî bi dest xist”, lê ji bo serxistina pêvajoyê em bi hemû hêz û hesasiyeteke mezin hewl didin.”
Rêber Apo: Eger pêvajo bi ser bikeve wê qedera Rojhilata Navîn biguhere
Rêber Apo di peyama xwe diyar dike eger pêvajoya aştî û civaka demokratîk ya li Tirkiyê bi ser bikeve wê qedera hemû Rojhilata Navîn biguhere û dibêje,
“Eger ev pêvajoya li Tirkiyeyê bi ser bikeve, wê qedera hemû Rojhilata Navîn biguhere; wê serdemeke nû dest pê bike ku tê de li şûna şer û wêraniyan, jiyaneke demokratîk a li ser bingeha aştiyê cih bigire.
Tercîha min ew e ku Kurd, bi wan dewletên ku derfeta têkiliyeke li ser bingeha civaka demokratîk didin, di nav yekîtî û hevgirtinê de bin.
Ez vê yekê wekî “entegrasyona li ser bingeha civaka demokratîk” pênase dikim. Pêvajoya ku em niha dimeşînin dispêrim ser vî esasî û ez di wê baweriyê de me ku wê bi ser bikeve.”
Rêber Apo: Ez bang li Kurdan dikim ku li ser bingeheke demokratîk bibin yek
Rêber Apo derbarê yekîtiya di nava Kurdan de jî wiha dibêje,
“Li gorî min, divê têkiliyên di navbera Kurdan de jî di şêweyê yekîtiyeke li ser bingeha demokratîk de be. Ez bangî hemû Kurdan dikim ku li ser bingeheke demokratîk bicivin û bibin yek.
Ez ji bo konferansa we hêviya serkeftinê dixwazim û silav û rêzên xwe yên ji dil pêşkêş dikim.”



