Li bajarê Helebê 5’emîn Mîhrîcana Hunera ya Zarokan hat lidarxistin, zarokên beşdarî mîhrîcanê bûn banga parastina mafê zarokan bê kirin û xwestin bi Rêber Apo re hevdîtinê pêk bînin.
Mîhrîcan bi durişmeya “Min destê xwe da zarokan, wan ez gîhandim azadiya asîmanan” hate bi rêvebirin.
Mihrîcan bi pêşengiya Tevgera Hîlala Zêrîn a Çanda Jinan ve bi hevkariya Navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo hat lidarxistin.
Her wiha mihrîcan di çarçoveya kampanyaya “Ez dixwazim bi Rêber Apo re hevdîtinê bikin” pêk hat.
Girseyek mezin a zarokan û malbatên wan beşdarî mîhrîcanê bûn.
Beriya mihrîcanê, zarokan bi daxuyaniyekê berxwedana Rêber Apo silav kirin û gotin:
“Divê Rêxistina Mafên Mirovan û aliyên têkildar zarokan biparêzin, şer û pêvçûnan rawestînin.”
Piştre komên zarokan yên çand û hunerê berhemên xwe pêşkêş kirin.



