Koordînasyona Komalên Ciwan bi daxuyaniyekê şehadeta gerila Çiya Rizgar yê ku ji ber nexweşaya xwe di 25’ê Tebaxê de şehîd bû eşkere kir.
Koordînasyona Komalên Ciwan sersaxî ji malbata şehîd re xwest û soza pêkanîna xeyalên şehîdan da.
Koordînasyona Komalên Ciwan şehadeta gerilayê Çiya Rizgar yê ku ji ber nexweşaya xwe di 25’ê Tebaxê de şehîd bû eşkere kir.
Koordînasyona Komalên Ciwan di daxuyaniyê de diyar kir ku wê her dem têkoşîna wan dewam bike û got:
Hevrêyê me Şehîd Çiya Rizgar ji Bakurê Kurdistanê heta Rojavayê Kurdistanê û hemû qadên ku lê xebat meşand, bû mînakek ya milîtantiya Apoyî.
Bi rêhevaltî, ked û hewildanên xwe û sekna xwe ya fedayî, ji hemû gel û ciwanên Kurdistanê re pêşengtiyekê xurt kir.
Çiya Rizgar ji 2013’an heta 2016’an cihê xwe di nava xebatên Bakurê kurdistanê de girtiye .
Ciwanên Bakurê Kurdistanê perwerde û rêxistin kir bi vî rengî zanebûnekê mezin ava dike.
Her wiha li Bakurê Kurdistanê cihê xwe di nava refên berxwedanê ya rêveberiyên xweser de digre.
Di sala 2021’an de perwerdeya Ocaxa Sakîne Cansiz a PKK’ê dibîne û bi vê perwerdeyê re bêhtir bi felsefeya Rêber Apo re bû yek.
Piştî wê, ji bo ku bêhtir di refên pêş de tevlî şoreşa rojava bibe, ji bo ku gel û ciwanan bi fikrê Rêber Apo perwerde bike, berê xwe dide Rojavayê kurdistanê.
Ruxmê nexweşiya xwe jî bê navber salên xwe yên tije tekoşîn bêy ku bi weste bimeşîne karî bibe xwedî meşekê mezin
Hevalê Çiya ku digot ” yek kêliya me jî divê bê tekoşîn derbas nebe”, tekoşînekê mezin jibo têkiliyê rêhevaltiyê da avakirin.
Di dawiyê de Koordînasyona Komalên Ciwan sersaxî ji malbata şehîd re û ji hemû gelê Kurdistanê re xwest, soza da ku ew ê armancên şehîdan ên serkeftinê pêk bînin.
Agahiyên derbarê nasnameya şehîd wiha ye:
Nasnav: Çiya Rizgar
Nav paşnav: Arjen Yavûz
Cihê jidayikbûnê: Mêrdîn-Şemrex
Dayik-Bav: Ayten-Hasan
Dem û cihê tevlîbûnê: 2013 / Amed
Dema şehadetê: 25’ê Tebaxa 2025



