Li gor agahiyên hikûmeta Efganistanê, hejmara kesên di erdheja li Efganistanê de mirine, hezar kesî derbas kiriye.
Di 31’ê Tebaxê de li rojhilatê Efganistanê bi pileya 6.0 erdhejek rû da.
Hikûmeta Efganîstanê di derbarê hejmara kesên di erdhejê de jiyana xwe ji dest dane agahiyên nû parve kir.
Li gor agahiyên hatine belavkirin, hejmara kesên ji ber erdhejê mirine hezar kesî derbas kiriye.
Her wiha hatiye diyarkirin ku ji ber xirabûna rê û xirbeyên xaniyan xwe gihandina birîndaran zehmete û ji ber vê çendê dibe hejmara qurbaniyan her ku biçe zêdetir bibe.



