Li başûrê Reqayê Hêzên Sûriya Demokratîk QSD’ê, şebekiyek çeteyên DAIŞ’ê ku ji 5 çeteyan pêk tê, girtin.
Têkildarî mijarê navenda ragihandin û çapemeniyê ya QSD’ê daxuyaniyek da û got:
“Hêzên me yên Yekîneyên Dij Terorê bi hevkariya Hêzên Tayber yên Ewlekariya Hundurîn li gundê Kesrat yê başûrê Reqayê oprasiyonek taybet pêk anîn.
Oprasiyon piştî êrişa xwekuj ya çeteyên DAIŞ’ê ku ji aliyê hêzên me hat têkbirin pêk hat.
Piştî têkbirin û bê bandor kirina êrişê, hêzên me gelek xebatên şopandin û lêkolînê kirin û oparasiyon lidarxistin.”
QSD’ê destnîşan kir ku piştî teqez kirina cihê çeteyan, derdora wan hate dorpêçkirin, di encamê de şebekiya ku ji 5 çeteyan pêk tê hatin girtin û gelek çek, cibilxanê, belge û tiştên teknîkê hatin desteser kirin.
Her wiha QSD’ê pişterast kir ku çeteyan hatin girtin amedekariya êrişên din dikirin.
Di dawiyê de QSD’ê anî ziman ku ji bo têkbirina her cure êriş û mayîndekirina aramiya herêmê hêzên wan di nava amede başiyê de ye.



