Serokatiya Daîreya Xizmetên Malbatê û Jinan a Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê li hemberî komkujî û tundiya li hemberî jinan ku dema dawî zêde bûne, li nava gundan digerin û bi jinan re dicivin.
Kar di çarçoveya kampanya ‘Gotina me neqediya ye, em ê tundiyê bi hev re rawestînin’ tê meşandin.
Tîm di civînan de, balê dikişînin ser tundiyê û bi taybetî li ser cûreyên tundiyê yên nayê dîtin ên weke tundiya psîkolojîk û aboriyê.
Xebatkara Navenda Pêkanîn û Lêkolîna Pirsgirêkên Jinan a Amedê Euyulem Kaya ku di çarçoveyeyê, anî ziman ku karê wan bêdawî ye û li her qada ku xwe digihînin, wê bi jinan re civînan lidar bixin.
Eylem Kaya diyar kir ku bi rêya karê hişyarkirin û agahdarkirinê ew dixwazin tundiya mêr a li dijî jinê û kuştina jinan kêm bikin.



