Li ser giliyên şêniyên gundê Xirbet Ilyas ê bakurê Hesekê, Şaredariya Gel a bajarokê Sefiye û saziyên xizmetguzariyê bi hevkariya şêniyan, bi awayekî demkî toreke nû ya kanalîzasyonê dirêj kir.
Gundê Xirbet Ilyas li ser rêya giştî ya Hesekê-Qamişloyê ye. Zêdetirî salekê ye di encama pirsgirêka tora kanalîzasyonê de zehmetiyan dikişînin. Piştî ku serî li gelek deveran da û karê wan nemeşiya, herî dawî rêya sereke qut kirin û rewş protesto kirin.
Şaredariya bajarokê Sefiye bi hevkariya Saziya Kanalîzasyonê ya bajarê Hesekê piştî wê, dest bi projeyeke demkî kir.
Têkildarî mijarê hevserokê Şaredariya Sefiye Omer El Zewba got: “Av kêm e, tora kanalîzasyonê ku beriya 30 salî hatiye dirêjkirin, heta 13 metreyan kûr e, ji bo me û şêniyan pirsgirêkeke mezin e. Li cem me wesayîtên pêwîst ji bo çareserkirina pirsgirêkê nîn in.”
El Zewba wiha domand: “107 gund girêdayî şaredariyê ne. Li cem me mekanîzemeyeke xebatê bi şêniyan re tune ye. Me gelek caran rapor ji Yekitiya Şaredariyan û Şaredariya Hesekê re têkildarî mijarê rêkiriye, lê heta niha bersiv nîn e.”
El Zewba diyar kir ku projeya kanalîzasyonê ya li gundê Xirbet Ilyas di nava plansaziya îsal de ye lê heta niha nehatiya erêkirin.
El Zewba, rexnedayîna xwe da û destnîşan kir ku bicihanîna pêdiviyên şêniyan, berpirsyariya Yekitiya Şaredariyan e.
El Zewba bang li şêniyan kir ku dawa mafên xwe bikin û deriyên şaredariyê li pêşiya wan vekirî ne.
El Zewba di dawiyê de got ku wan û Saziya Kanalîzasyonê duh bi şêniyên gund re civiyane û bi hev re çareseriyek dîtine ku dê bi hev re hem Saziya Kanalîzasyonê hem şaredarî hem şênî toreke din a kanalîzasyonê bi awayekî demkî dirêj bikin heta ku projeya bingehîn bê erêkirin û pirsgirêk bi temamî bê çareserkirin.



