Serokê Rûsyayê Vladimir Putin, doh daxuyaniyek da û got ew dikare bi serokê Ukraynayê Volodimir Zelenskiy re hevdîtinê bike, lê wî Moskow wekî cihê hevdîtinê destnîşan kir.
Ji aliyê din ve, Putin diyar kir ku ew di derbarê wateya hevdîtineke wisa de dudil e.
Di dawiya serdana xwe ya Çînê de, Putin li Pekînê ji rojnamevanan re axivî.
Putin teqez kir ku divê hevdîtineke wisa berê baş were amadekirin û bibe sedema encamên berbiçav û got:
“Min tu carî îhtîmala hevdîtineke bi Zelenskiy re red nekir. Lê gelo wateya wê heye? Emê bibînin.”
Zelenskiy demek dirêj e hewl dide ku ji bo gotûbêjkirina şertên peymaneke muhtemel bi Putin re bicive.
Di heman demê de Serokê Amerîkayê Donald Trump, ku hewl dide navbeynkariya peymana aştiyê bike, jî daxwaz kiribû ku her du lîder bicivin.
Trump di meha Gulanê de gotibû ku eger Zelenskiy û Putin li Stenbolê bicivin, ew jî wê biçe Tirkiyê.
Piştî ku ev hevdîtin pêk nehat, Trump meha borî ragihandibû ku wî li Alaska bi Putin re hevdîtinek kiriye û careke din jê xwestiye ku bi serokê Ukraynayê re bicive.
Putin got ku “di dawiya tunelê de ronahiyek xuya dike,” lê di heman demê de teqez kir ku ewê şerê xwe bidomînin û îdia kir ku leşkerên wî “li hemû eniyan pêşve diçin.” û got:
“Emê bibînin ka rewş çawa pêşve diçe. Eger nebe, emê neçar bin ku hemû armancên xwe bi rêyên leşkerî bi cih bînin.”
Rûsyayê di sala 2022’an de ragihandibû ku çar herêmên Ukraynayê bi xwe ve girê daye.
Lê belê Kîev û piraniya welatên Rojava vê dagirkirinê wekî hewldaneke neqanûnî ya desteserkirina axê, ku bi şerekî şêwaza mêtingeriyê ve tê piştgirîkirin, red dikin.
Trump: Aliyên têkîldar ji bo aştiya di navbera Rûsya û Ukraynayê de ne amade ne
Her wiha Serokê Amerîkayê Donald Trump helwesta xwe ya li ser peymana aştiyê ya gengaz di navbera Rûsya û Ukraynayê de wekî “hem realîst û hem jî xweşbîn” binav kir û diyar kir ku aliyên têkildar hêj ji bo vê yekê ne amade ne.
Trump di hevpeyvînekê de ku bi telefonê ji CBS News re kir, derbarê peymana aştiyê ya gengaz di navbera Rûsya û Ukraynayê de nirxandinên xwe parve kir û teqez kir ku ew di vê mijarê de biryardar e.
Trump, dibêje ew bi baldarî dişopîne ka serokên her du welatan vê “xala zivirînê” di danûstandinan de çawa bi rê ve dibin û got:
“Ez temaşe dikim, dibînim û bi Pûtîn û Zelenskî re li ser peymana aştiyê diaxivim.
Tiştên nû çêbibin, lê ew hêj ne amade ne. Lê tiştek dê çêbibe. Em ê vê yekê biser bixin.”
Trump destnîşan kir ku ev nêzîkatî, tewra dema ku çareseriyek bilez tê xwestin jî, sebirê dixwaze, lê wî bawerî bi vê yekê anî ku di peymanên aştiyê yên din ên îsal de encam wergirtiye.



